Blinken Danûstandinên Ser Agirbesta Gaza li Îsraîlê Didomîne

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê bi rêberên Îsraîlî re ser alîkarîyên jibo Gaza axifî û bang li Hamasê kir ku agirbestê qebûl bike û rehîneyan berde.

Blinken, ku serê vê hefteyê li Rîyad û Amanê danûstandin kiribûn, jibo hevdîtinên xwe dawî yên gera Rojhilat Navîn li Îsraîlê ye.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser Îsraîlê û girjîya li herêmê gur bûbû ku ji wê demê vir ve Blinken cara 7’an e li herêmê ye.

Li Îsraîlê, Blinken wê zorê bide hikûmetê ku jibo alîkarîyên seba Gaza rê veke û şandina wan hêsantir bike.

Blinken berî bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re bicive dîyar kir ku ew ji bo rehîne vegerin malên xwe bê rawestan dixebitin û dîyar kir ku ew jibo sîvîlên li Gaza jî xebatên xwe didomînin.

Wî got ku ew dixwazin ku xwarin, derman û av demûdest bigihijin Gaza.

Îsraîl dide zanîn ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin û 250 kes jî hatine revandin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza radigihîne ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 34,000 kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku jiber pevçûnan pirtir ji nîv mîlyon mirov bi birçîbûna giran re rûbirû mane.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antoni Guterres do Sêşemê dîyar kir ku li bakurê Gaza ser sekinandina birçîbûna giran pêşveçûn hene, lê bang li Îsraîlê kir ku pirtir rêkan veke.

Blinken dîyar kir ku ji Urdunê ber bi derîyê sînor yê Erez yê li bakurê Gaza ve alîkarîya pêşî bi rê ketiye û got ku di ser bendergeha Aşdod jî alîkarî têne û wê heta hefteyekî korîdoreke deryayî vebe.

Jêder: Reuters