Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken wê di nava vê hefteyê de serdana Almanya bike.
Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Blinken dê li Almanya bi hemtayên xwe yên ji G7 re bicive.
Blinken dê bi hemtayên xwe re ser şerê Rûsya û Ukrayna, guherîna îqlimê, enerjîyê biaxife.
Çaverê ye Bilinken bi hemtayên xwe re ser krîza xwarinê û girjîya li Hînd-Pasîfîkê jî danûstandinê bike.
Serdana wezîrê Amerîkî ya li Almanya dê ji 3’ê heta 4’ê Mijdarê bajo.
Ew dê li forumeke ser aborîya Amerîka û Almanya jî bipeyîve.