Blinken û Wezîrê Derve yê Japonya Ser Koreya Bakur Axifîne

Antony Blinken

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken bi hevtayê xwe yê Japon Toshimitsu Motegi re, ku nû dest bi kar kiriye, axifîye.

Li gor daxuyanîyê wezaretê, Blinken û Motegi bo piştrastkirina hevalbendîya Amerîka û Japonya peyivîne.

Blinken û Motegi fikarên xwe yên ser bernameya muşekên navokî ji hevdu re ragihandine.

Wan ji hevdu re dan zanîn ku Amerîka, Japonya û Komara Kore dixwazin bi hevdu re tevbigerin û temamê çekên navokî yên li Nîvgirava Kore pûç bikin.