Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken referendumên bi piştgirîya Rûsya yên li herêmên dagirkirî yên Ukrayna şermezar kir.
Blinken da zanîn ku ew referendum ne li gor qanûnê ne û dagirkirina welatekî raber dikin.
Wî dîyar kir ku referendumên sexte yên Kremlînê tenê hewildana veşartina dagirkirina axa Ukrayna ye.
Wezîrê Amerîkî got ku encamên referenduman li Moskowê hatin amade kirin û viyana gelê Ukrayna nîşan nadin.
Referendum li çar herêmên dagirkirî yên Ukraynayê li dar ketin û karbidestên ku Moskowê erkdar kirine dan zanîn ku encamên referendumê raber dikin ku ew herêm dixwazin tevlî Rûsya bibin.
Amerîka û welatên Rojava di şerê Rûsya û Ukrayna de pişt li Kîevê digirin û dibêjin Rûsya axa Ukrayna dagir dike û serwerîya wê binpê dike.