Li Washingtonê Rêberên Cîhanê Tevlî Yekem Civîna Desteya Aştîyê Dibin

Bi dehan rêberên cîhanê îro Pêncşemê li Enstîtuya Aştîyê ya Donald J. Trump li Washingtonê kom dibin ji bo yekem civîna fermî ya Desteya Aştîyê.

Serok, serokwezîr û wezîrên derve ji hejmareke welatên endam beşdarî civîna Washington dibin. Di nav beşdaran de Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gidon Sa'ar, Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan cih digirin. Erkê serekî yê vê desteyê ji nû ve avakirina Kerta Xeze ye.

Li gor hesabê fermî yê rêxistina navnetewî, bi tevahî 27 welatên ku tevlî Desteya Aştîyê bûne dê beşdarî civîna yekem bibin. Ji bilî wan hejmareke welat wekî çavdêr amade dibin. Serok Trump berpirsê desteyê ye.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê got: "Serok Trump planeke mezin û armancek ji bo avakirina Xezeyê heye ku ji ber Desteya Aştîyê baş dimeşe. Ev rêxistineke rewa ye ku bi dehan welatên endam ji seranserê cîhanê tê de beşdar dibin."

Trump Desteya Aştîyê di merasîmekê de li Davosê di 22ê Çileyê de Desteya Aştîyê damezirand. Ev yek beşek ji plana wî ya anîna aştîyê li Xezeyê ye. Wî got ku ev rêxistin herwiha hewl dide aştîyê bîne cihên din li seranserê cîhanê.

Di peyamekê de li ser medya civakî, Serok Trump got ku welatên endam dilsoz in ku bi hezaran kes beşdarî "hêzên aramkirinê yên navneteweyî û polîsên xwecihî bibin da ku ewlehî û aştîyê ji bo gelê Xezeyê biparêzin."

Trump got ku "Divê Hemas soza xwe pêk bîne ku demûdest bêçekkirina xwe temam bike."