Firokên Hikûmeta Sûrî Deverên Nêzîkî Şam Bombebaran Dikin

Firokên şer yên hikûmeta Sûrî deverên opozîsyonê li nêzîkî Şama paytext roja Pêncşemê bombe kirine, li dema ku hêzên Serok Beşar Esed bi şervanên opozîsyonê ketine nav şerekî li ser rêyeke stratejîk ku ji Şamê diçe firokxaneyê.

Hikûmeta Sûrîyê bi şerî dixwaze serhildayên opozîsyonê ji deverên derdora paytaxtê biqewtîne ku ji dema serhildanê de ketine dest wan.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku binheha wê li Brîtanya ye, got ku firokeyeke şer 8 êrîşên esmanî bire ser bajarokê Dare ya li başûrê rojavaya Şam’ê, cihê ku bingeheke leşkerî lê dikeve.

Rêxistina ku raporên xwe ji bizavkarên li ser erdê distîne got, şerekî giran roja Pêncşemê li nêzîkî Firîngeha Şam’ê ya Navneteweyî pêk dihat.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha got, hêzên rejîmê bajarokê Aqraba li ser rêya firîngehê di didin ber êrîşan.

Ti raporên demûdest li ser jimara qurbanîyan hîn derneketine.