Festîvala Pirtûkan a Nistimanî li Washingtonê Beşek e ji Ahengên 250 Salîya Amerîkayê

The 26th annual Library of Congress National Book Festival

Di çarçoveya pîrozbahiyên 250 saliya damezrandina Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê de, Festîvala Pirtûkan a Niştîmanî li Walter Edward Hall a Washingtona paytext hat lidarxistin.

Ev çalakîya çandî dê nivîskar, weşanxane û hezkerên pirtûk û wêjeyê kom bike û dê bibe beşek ji bernameyên çandî yên girêdayî vê bûyera dîrokî.

Festîvala îsal, ku ji hêla Pirtûkxaneya Kongresê ve tê organîzekirin, yek ji wan bûyerên kêm e ku tê de çend nivîskarên navdar ên Amerîkî di dema pêşangehê de semîneran peşkeş di

Serdaner divê li ser malperê navên xwe tomar bikin û herwiha bilêtên belaş ji bo wan hene.

Deriyê festîvalê roja Şembê, 22’ê Tebaxê, demjimêr 8:30ê spêdê bi dema Washingtonê hat vekirin.

Kesên ku nikaribin beşdar bibin dikarin li ser malpera sereke ya festîvalê zindî temaşe bikin.