Boreka Kurdan Çi Ye û Çawa Tê Çêkirin?

Your browser doesn’t support HTML5

Li Stenbolê boreka Kurdan yek ji xwarina Kurdan ya herî navdar e û bi tamxweşîya xwe bala Stenbolîyan dikşîne.
Li Stenbolê boreka Kurdan yek ji xwarina Kurdan ya herî navdar e û bi tamxweşîya xwe bala pir kesan dikşîne.

Tevî ku ev borek ji rûn, ar û xwê tê çêkirin jî, li borekfiroşan yek ji xwarina serekî ye û buhaya wê jî li gor berhemên din erzantir e.

Piranîya hosteyan ku vê borekê çêdikin ji bajarên Kurdan yên wek Bîngol, Agirî û Erzîromê ne.

Hosteya Boreka Kurdan Erkan Yazici, ku ji bajarê Erziromê ye û 23 sal in vî karî dike, ser çêkirina boreka Kurdan agahî dide temaşevanên me.