Hikûmeta Brezîlya alîkarîya welatên G7 ya bo şewitîna daristanên Amazonê red kir.
Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Kanada, Japonya û Îtalya biryar dabûn ku 22 mîlyon dolar alîkarî bidin Brezîlya.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ser şewitîna daristanên Amazonê gotibû ku kêşeyeke navneteweyî ye û banga tifaqeke cîhanî kiribû.
Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro ser helwesta Fransa bertek nîşan da û îdia kir ku Parîs bi awayekî kolonyalîst tevdigere.
Bolsonara dîyar kir ku divê herkes ji serwerîya Brezîlya re rêz bigire û da zanîn ku bo vemirandina agirê daristanan, wan bi Kolombîya re dest bi xebatekê kiriye.
Sazîyên xwezayê didin zanîn ku Bolsonaro dijî şewatan tedbîran nastîne û wî bi bêdarhiştinê tawanbar dikin.