Brîtanya Dijî Belarûsê Paketeke Nû ya Toleyan Ragihand

Dîmeneke Minskê, paytexta Belarûsê.

Brîtanya îro Înê dijî Belarûsê jiber hêsankirina dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna û binpêkirina mafên mirovan paketeke nû ya toleyan ragihand.

Paketa nû ya toleyan dijî 4 kesan û 3 sazîyan hatiye çêkirin.

Hikûmeta Brîtanya dîyar kir ku paketa nû ya toleyan ya di vê demê de hatiye ragihandina salvegera 4’an ya hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an yên Belarûsê nîşan dide ku li gor wê di wan hilbijartinan de ‘’kêşeyên giran’’ çêbûne.

Piranîya çavdêrên serbixwe dibêjin ku Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko di wan hilbijartinan de têk çûye.

Lukashenko bi alîkarîya hevbendê wî yê nêz Serokê Rûsya Vladimir Putin ser protestoyên bi mehan dom kiribûn zext çêkiribû, bi hezaran kes avêtibûn zindanan û xwe li desthilatê girtibû.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lamyy dîyar kir ku tevî ku di ser rewşa giran ya Belarûsê re 4 sal derbaz bûne jî zexta Lukashenko ya dijî civaka sîvîl bi ti awayî kêm nebûye.

Lammy got ku ew bi gelê Belarûsê re ne û bang li rejîma Lukashenko kir ku hemî girtîyan sîyasî demûdest û bê şert berde.
Di nav wan 3 sazîyan de, ku dijî wan tole hatine ragihandin, du kompanîyên Belarûsî hene ku kelûpelên jibo karên leşkerî difiroşe Rûsya.

Brîtanya ragihand ku wê jibo piştgirîya ser karên mafên mirovan û civaka sîvîl yên Belarûsê 2,5 mîlyon pound (3 mîlyon dolar) fon veqetandiye.

Jêder: Reuters