Hikûmeta Brîtanyayê îro Duşemê cezayên nû danîn ser 12 kes û sazîyên ku têkilîya wan bi rejîma Îranê re heye.
Li gor ajansa Reutersê, ew kes tên sûcdarkirin ku li dijî Brîtanyayê û çend welatên din kar kirine.
Daxuyanîyeke fermî ya hikûmeta Brîtanyayê diyar dike ku karên van koman "plankirina ji bo êrîşan û alîkarîya darayî ya ji bo wan komên ku dixwazin aramîya Brîtanyayê û welatên din xerab bikin" bûye.
Bi van cezayên hikûmeta Brîtanyayê, pere û malên van kesan tên rawestandin û çûna wan a ji bo wî welatî tê qedexekirin.
Di mehên dawî de hat gotin ku dibe ku rejîma Îranê piştgirîya êrîşên li dijî Cihûyan ên li Brîtanyayê bike.
Di heman demê de, komeke bi navê "Heraket Eshab el Yemîn el Îslamîye" ku têkilîya wê bi rejîma Îranê re heye, berpirsiyarîya van êrîşan û êrîşên mîna wan ên li çend welatên Ewropayê girt ser xwe.