Rewşa Manchester Aloz e û London Tenah ye

Rewşa Manchester Aloz e û London Tenah ye

Roja Çarşembî London bi giştî tenah bû, di demekê de ku xirabkarî li çend bajêrên din hatin kirin, ji wan Manchester û Birmingham.

Li gor polîsê Birmingham, sê kes hatin kuştin piştî ketin ber otombîlekê li demê xirabkarîyan.

Li Manchester, dîdevan dibêjin ku bi sedan law û xortên şerok pencere şikandin, dikan talan kirin û avahî şewitandin. Polîsê Manchester bi kêmî ve 47 kes girtin.

Lê belê li paytexta Brîtanyayê rewş bi giştî tenah bû piştî belav bûna 16,000 polîsan li şeqamên wî bajêrî.