Brîtanya Dibêje Ewê Nikaribe Bi Awayekî Leşkerî Welatiyên Xwe Ji Ukraynayê Derxe Eger Rewş Têk Biçe

Balyozxaneya Brîtanî li Kyiv

Wezîrê hêzên çekdar yên Brîtanî James Heappey îro ji kenala Sky News re got divê welatiyên Brîtanî yên li Ukraynayê pêşbîniya wê yekê nekin ku ew bi awayekî leşkerî ji wî welatî werin derxistin, eger şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de bibe.

Wî got:

“Pêwîst e welatiyên Brîtanî di zûtirîn dem de û bi her awayekî pêkane Ukraynayê bicî bihêlin û divê pêşbîniya wê yekê nekin ku dê, wek havînî li Afghanistanê, derxistineke leşkerî pêkane be.”

Roja Înê, hikûmeta Brîtanî şîret li welatiyên xwe kir ku ji Ukraynayê derkevin di demekê de ku alavên sivîl hîn li ber dest in.

Lê hebûna dîplomatîk ya Brîtanya li Ukraynayê berdewam e.

Balyoza Brîtanya li Ukraynayê Melinda Simmons di twîtekê de got:

“Ez li Kyiv dimînim û karê xwe li wir berdewam dikim. Karê Balyozxaneyê berdewam e.”

Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace roja Înê gotibû ku hêzên Brîtanî yên ji bo rahênanê hatibûn şandin bo Ukraynayê, dê nêzîk vegerin.”

Heappey got:

“Dê ti hêzên leşkerî yên Brîtanya li Ukraynayê nebin eger şerek bi Rûsyayê re bibe.”

Jêder: Reuters