Hikûmeta Brîtanî Ser Tawanbarkirinên Moskowê Balyozê Rûsî Vexwend

Hikûmeta Brîtanya îro Çarşemê ragihand ku wê ser tawanbarkiriên Rûsya yên dijî karmendên wê balyozê Rûsî vexwendiye.

Servîsa ewlekarî ya FSB ya Rûsya hefteya borî 6 dîplomatên Brîtanî yên li Moskowê bi kiryarên casusî û sabotajê tawanbar kiribû û dîyar kiribû ku wê akredîtasyonên wan betal kirine.

Brîtanya ser wan tawanbarkirinên Rûsya gotibû ku ‘’nîyetxirabî ye û bêbingeh e.’’

Wezareta Derve ya Brîtanya dîyar kir ku helwesta Rûsya xav e, nayê qebûl kirin û bang li Moskowê kir ku kiryarên xwe yên wisa demûdest rawestîne.

Wê wezaretê ragihand ku Rûsya dixwaze ewlekarî û demokrasîya Brîtanya qels bike û bi gefan wan ji piştgirîya jibo Ukrayna vegerîne.

Biryara Rûsya ya ser dersînorkirina dîplomatên Brîtanî girjîya di navbera Moskow û Londonê gurtir kir.

Serokwezîrê Brîtanya Keir Stermer di rojên borî de li Qesra Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden ser piştgirîya jibo Ukrayna axifîn.

Civîn li vê demê rast hat ku di rojeva dewleta Rojavayî de destûra jibo Kîvê ya ser karanîna muşekên dûravêj heye.

Ji civîna Stermer û Biden vir ve ser karanîna muşekên dûravêj hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Jêder: Reuters