Serokê Partîya Tirkîye ya Serbixwe (BTP) Huseyîn Baş îro Duşemê ragihand ku ew jibo piştgirîya Kemal Kiliçdaroglu ji hilbijartinan vekişîne.
Baş li ser Twitterê got ku Partîya Tirkîye ya Serbixwe (BTP) bi girtina biryara destekdayîna berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ji hilbijartinan vedikişe.
“Fedakarî hewce bû û me ew pêk anî. BTP wê di hilbijartinên pêşîya me de piştevanîya Kiliçdaroglu bike. Me wek BTP biryar da ku tev li hilbijartinan nebin. Em lîstên xwe paşve dikşînin” Baş di bernameyeke televîzyona TV100 de got.