Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan dîyar kir ku sîyaseta desthilata Tirkîyê hilweşîye.
Buldan di komcivîna partîya xwe de da zanîn ku desthilata Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) hewil daye ‘’têkoşîna demokrasîyê, sîyaseta demokratîk û rikeberîya civakî hilweşîne, lê ew bi xwe têk çûye.’’
Xanim Buldan da zanîn ku gel bi lîstikên desthilatê nexapîye û berovajî hevkarîyê têkoşînê xurttir kiriye.
Wê dîyar kir ku desthilat dijî hemî hêzên demokrasîyê gefan dixwe û got ku ewê bi ser nekevin.
Hevseroka HDP’ê bi berdewamî bal kişand ser mirinên li girtîgehan, bi bîr xist ku di meha Berfanbarê de 6 kesan li girtîgehan canên xwe ji dest dane û banga berdana girtîyên nexweş kir.