Cama Cîhanê: Fransa û Spanya ji bo Nîv-Fînalê Tên Hemberî Hev

Çalakîyên Cama Cîhanê ya FIFA'yê hêdî hêdî ber bi dawîyê ve diçin û ev jî tê wê wateyê ku asta coş û kelecanê bilindtir dibe.

Di qonaxa nîv-fînalê de, îro Sêşemê lîstika Fransa û Spanyayê li stadyuma bajarê Dallas ê Teksasê lidar dikeve. Di vê pêşbazîya herdu tîmên mezin ên Ewrupayê de, tê çaverêkirin ku hemû 108 hezar kursîyên stadyuma Dallasê bi hezkerên futlbolê tijî bibe.

Fransa hêvî dike ku bi serkeftinekê li hember tîma el Matador bo cara duwem li dû hev, cihê xwe di maça dawî ya Cama cîhanê de misoger bike.

Spanya jî dê hewl bide ku bi destxistina vê lîstika ligel Fransayê, careke din xwe bigihîne lîstika fînalê û destkefta bidextistina Cama Cîhanê ya 2010 li Afîrqaya Başûr dubare bike.

Sibe Çarşemê jî, çavên cîhanê diçin ser stadyuma bajarê Atlantayê, cihê ku dê mêvandarîya lîstika din ya nîv-fînalê di navbera Arjentîn û Îngelterayê de.

Stêra Arjentînî Lionel Messi û hevalên xwe dê hewl bidin ku bi serkeftinekê di vê lîstikê de careke din bigihêjin qonaxa dawî û hêvîya parastina qehremanîya Cama Cîhanê zindî bihêlin.

Kylian Mbappé niha di Cama Cîhanê de ji Lionel Messi bêtir gol avêtine û di rêza yekem de ye. Her çend herdu lîstikvanan jî 8 gol avêtibin, Mbappé ji ber ku 3 pasên golê dane, di ser Messi re ye.

Serkeftîyê lîstika îro dê here Fînala Cama Cîhanê. Ev lîstik dê roja Yekşemê, 19'ê Tîrmehê, li Stadyuma MetLife li New York'ê çêbibe. Tîma ku îro bi ser keve, dê li hemberî serkeftîyê lîstika sibê (Îngeltera yan jî Arjentîn) bilîze.