Dadgeheke Tirk 27 Sal û Nîv Cezayê Zindanê li Can Dundar Birî

Dadgeheke Tirk îro Çarşemê bi îdiaya sixûrî û terorê cezayê giran li rojnamevanê Tirk yê navdar Can Dundar birî.

Dadgeha li Stenbolê Dundar tawanbar dît, bi îdiaya ku wî “belgeyên nepênî jibo sixûrîyê eşkere kirine” û “bi zanabûn û bi dilxwazî alîkarîya rêxistina terorê kiriye”.

Dadgehê bi giştî 27 sal û nîv cezayê zindanê li Dundar birî. Parêzerên Dundar, bi sedema ku dadgeh ne rewa û bêalî ye, beşdarî rûniştina dozê nebûn.

Berî jî dadgeheke din ya Tirk dest danîbû ser hemî mal û milkên wî yên li Enqerê, Stenbol û Mugla û hesabên wî yên bankê.

Dundar ku berê edîtorê giştî ya rojnameya Cumhurîyetê bû, jiber nûçeyeke wî di bin givaştinê de bû û ew piştî hewila darbeya leşkerî ji Tirkîyê revîbû û çûbû Almanya.

Dundar di sala 2015’an de jiber weşandina nûçeyeke ser karanîna çekên Tirkî yên ji alîyê serhildayên Îslamî yên Sûrî ve hatibû desteser kirin û bi piştgirîya terorê hatibû sucdar kirin.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor dide anîn ku Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de, nava 180 dewletên cîhanê de di rêza 154’an de cîh digire.