Çavuşoglu û Cubeyr Îro bi Telefonê Peyîvîn

Jêderên wezareta derve ya Tirkîyê ji Reutersê re ragihand ku Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu îro Înê bi telefonê, bi hevtayê xwe yê Erebistana Saudî Adil el-Cubeyr re peyîvî.

Derheqa naveroka axaftina telefonî ti agahî nedatine dayîn, lê kuştina rojnamevan Cemal Xaşikcî li Stenbolê peywendîyên dualî gelek aloz kiriye.