Çavuşoglu: Kuştina Sîvîlên li Ukrayna Danûstandinên Aştîyê Dijwartir Dike

Wezîrê Derve yê Ukrayna Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku kuştina sîvîlên Ukrayna danûstandinên aştîyê dijwartir dike.

Çavuşoglu da zanîn ku ew li bendê ye hemtayên wî yên Rûs û Ukraynî pirtir danûstandinan bikin.

Wî berî civîna li NATO dîyar kir ku tifaqê hay ji daxwazên Ukrayna yên ser çekan heye û da zanîn ku hevbend dixwazin lezekê bidin şandina alîkarîyan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku şandeyên Rûs û Ukrayna ji destpêka şer vir ve du caran li Tirkîyê kom bûn.