Cejna Zimanê Kurdî li Efrînê Hat Pîroz Kirin

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, beşê wêjeya Kurdî li zanîngeha Efrînê ahengek li dar xist.

Di ahengê de xwendekar û mamosteyên zanîngehê amade bûn, her wiha berpirsên Rêveberîya Xweser, partîyên sîyasî û hejmark mêvan jî amade bûn.

Ragirê fakulteya wêje li zanîngeha Efrînê Dr. Ebdulmecîd Şêxo bi vê boneyê ji Dengê Amerîka re axivî:

"Di 15’ê Gulanê de kovara yekê ya Kurdî, Hawar Şamê ji alîyê Mîr Celadet Berdxan ve, bi tîpên Latînî li Şamê hate weşandin, lom a ev çend sal in Kurd li seranserê Kurdistanê û derveyî welêt vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin".

Di ahengê de çend gotar û nameyên pîrozbahî hatin xwendin, û tekezî li girîngîya parastin û xwedîderketina li zimanê Kurdî hate kirin.

Rohan Mustefa, Seroka beşê wêjeya Kurdî ji wiha peyîvî:

"Em sebî zimanê Kurdî tim vejînê dixwazin, ta ev roj bibe rojeke neteweyî ne tenê di asta zimên de û em bi hêvî ne bibe roja yekbûna gelê Kurd".

Merasîm bi xwendina helbestan ji alîyê xwendekarên zanîngehê ve dewam kir, herwiha şano, mûzîk û stran hatin pêşandan, û rastî coş û kêfxweşîya beşdaran hat.

Di şahî de hunermendê navdar Bangîn jî stranên xwe pêşkêş kirin.

***

Your browser doesn’t support HTML5

Ceja_Kurdi_Efrin_NR