CENTCOM li ser Dorpêça Deryayî ya Dijî Îranê: Me Rêka 100 Keştîyan Guhertîye

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê ragihand ku di hêzên deryayî yên Amerîkayê rêka 100 keştîyên bazirganî guhertîye.

CENTCOM'ê di postekê de li ser X'ê got ku di 60 rojên borî de hêzên Amerîkayê, wekî beşek ji dorpêça dijî Îranê, berê 100 keştîyên bazirganî guhertîne.

"Yek keştî jî bêyî destûra hêzên Amerîkayê di bin dorpêçê re derbas nebûye," CENTCOM'ê ragihand.

Artêşa Amerîkayê herwiha got ku leşkerên Amerîkî bi xurtî erkê xwe li deverê berdewam dikin.

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranê yên nêzîkî Tengava Hormuzê beşek e ji kempeyna givaştinê ku Washington di hefteyên dawî de li ser rejîma Îranê ferz kiriye.