CENTCOM Dibêje Ew li Rojhilata Navîn Xwe Bihêztir Dike

CENTCOM

Fermandarîya Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku wekî beşek ji dorpêça Amerîkî ya li dijî Îranê, hêzên wan heta niha arasteya 31 keştîyan guhertîye.

CENTCOM'ê got ku hêzên Amerîkî rêgirî li wan keştîyan kiriye ku bikevin benderên Îranê yan jî derkevin.

Di postekê de ser platforma X'ê, CENTCOM'ê herwiha diyar kir ku leşkerên Amerîkî bi hemû beşên xwe: Hêzên Deryayî, tîmên firokvanên cengê, hêzên berevanî û zêrevanên beravên deryayî, "wekî beşek ji tevger û çalakîyên artêşa herî bihêz û cengawer li cîhanê li seranserê Rojhilata Navîn hatine bicihkirin."

CENTCOM hûrgilîyên ser beşdarîya leşkeran, keştîyên cengê, firok û hêzên din ên berevanîyê weşandine, ku erkê dorpêça ser benderên Îranê digirin ser milê xwe.

Artêşa Amerîkî dibêje zêdetirî 10,000 leşker, 100 firokên cengê û cureyên din ên firokan û zêdetirî 17 keştîyên cengê di erkê dorpêça li dijî Îranê de beşdar in.