CENTCOM: Me Tora Çavdêrîyê ya Îranê ji Nav Bir

CENTCOM

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Înê ragihand ku, hêzên Amerîkayê di 16'ê Tîrmehê de birca çavdêrîyê ya Bendergeha Şehîd Kelanterî ya Çahbeharê bi serkeftî rûxandin.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku ev birc, beşek ji tora çavdêrîyê ya Îranê ya li ser perava Kendavê Omanê bû.

CENTCOM'ê eşkere kir ku Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) bi dehan salan ev tor bikar dianî da ku keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê re derbas dibin bişopîne û bike armanc.

CENTCOM'ê piştrast kir ku rûxandina vê bircê, rasterast şiyana IRGC'ê ya ji bo êrîşkirina ser keştîyên bêguneh dike.

CENTCOM'ê herwiha diyar kir ku ev êrîş li ser Îranê azadîya geştên keştîyan di avên herêmê de diparêze, ji bilî wan keştîyên ku dixwazin dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê xira bikin.

CENTCOM'ê di daxuyanîyeke berê de ya li ser platforma X'ê, îdîayên hêzên Îranê red kir ku Îranê êrîşî baregeha Tenefê ya li Sûrîyê kirîye û leşkerên Amerîkayê girtine an kuştine.

CENTCOM'ê piştrast kir ku Îranê ti leşkerên Amerîkî ne kuştine û ne jî girtine.