CENTCOM Nûçeyên Medyaya Îranê Derbarê Ketina Helîkoptereke Amerîkî Red Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku nûçeyên medyaya Îranê yên derbarê ketine helîkoptereke Amerîkayê li nav Deryaya Sor red kir.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got ku ev nûçe ne rast in û hemû firoke û leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn di nava ewlekarîyê de ne.

"Medyaya dewleta Îranê nûçeyên nerast belav dike bi îdîaya ku helîkoptereke deryayî ya Amerîkayê ya ji celebê MH-60R, piştî ku şeva borî rewşa awarte ragihandiye, li Deryaya Sor ketiye xwarê," CENTCOM'ê got.

Artêşa Amerîkayê ew raport red kir û da zanîn ku nûçeyên li ser ketina helîkoptereke deryayî ya Amerîkayê li Deryaya Sor rast nînin.