Amerîka bi Êrîşekê Bersiva Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyeke Bazirganî da

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro 26ê Hezîranê ragihand ku wan êrîşek li dijî Îranê pêk anî, wek bersiveke bihêz li hember êrîşa doh a Tehranê li ser keştîyeke bazirganî di Tengava Hormuzê de.

CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, “Balafirên Amerîkî, piştî ku Îranê di 25ê Hezîranê de bi dronekê li M/V Ever Lovely xist, cihên enbarên mûşek û dronan û radarên peravê yên Îranê kirin armanc.”

Wê anî ziman ku “Keştîya barhilgir a bi ala Sîngaforê di dema êrîşa Îranê de li perava Omanê ji Tengava Hormuzê derdiket.”

Daxuyanî got ku, “Êrîşa ne rewa ya dijî keştîyên bazirganî ji alîyê hêzên Îranê ve bi awayekî eşkere agirbest binpê kir. Wekî din, tevgera xeternak a Îranê azadîya navîgasyonê têk dibe, di demekê de ku bazirganî bi awayekî zêde di korîdora bazirganîya navneteweyî ya girîng re derbas dibe.”

Daxuyanîyê dupat kir ku CENTCOM bi berdewamî hevrêzîya derbasbûna ewle ya keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hormuzê re diçin, dabîn dike.

“Artêşa Amerîkî amade û hişyar dimîne da ku piştrast bike ku hemî alîyên peymana bi Îranê re têne pabendkirin, guhdarîkirin û bi tevahî bi hêz û bi bandor in,” CENTCOM’ê got.

Tê zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump demekê berê îro gotibû ku rejîma Îranê herî kêm çar dronên êrîşker avêtine ser keştîyên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn.