Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derengî roja Sêşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku wê pêla 11an a êrîşên dijî Îranê temam kiriye.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Di 21ê Tîrmehê de, demjimêr 8:15ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê bi awayekî serkeftî 11emîn şeva êrîşên li dijî Îranê bi dawî kir.”
“CENTCOM’ê navendên operasyonên leşkerî yên Îranê, şîyanên deryayî, cihên rawestandina balafiran, bingehên dronan û binesazîya lojîstîkî ya leşkerî armanc girtin da ku şîyana Îranê ya gefxwarina li keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê bêtir têk bibe.”
Hêzên Amerîkî anî ziman ku “di sê mehên borî de, Îranê êrîş kiriye ser zêdetirî 30 keştîyên bazirganî yên ku di rêya avî ya navneteweyî ya girîng ji bo bazirganiya herêmî û cîhanî re derbas dibûn. Êrîşên ne rewa bi sedan deryavanên bêguneh xistine metirsîyê û azadîya navîgasyonê têk biriye.”
Li gel êrîşa Îranê, CENTCOM'ê got, “Tengava Hormuzê ji bo derbasbûna keştîyên bazirganî vekirî dimîne.”
Ji destpêka Gulanê ve, hêzên CENTCOM’ê alîkarîya hêsankirina derbasbûna nêzîkî 900 keştîyên bazirganî û 450 milyon bermîl petrola xav kiriye.