Brad Cooper Geşedanên Operasyona Hêrsa Dastanî Ronî Dike

Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) Admîral Brad Cooper îro bi vîdyoyekê ronî da ser geşedanên dawî yên operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî rejîma Îranê.

Cooper di destpêka axaftina xwe ya ku li ser platforma X'ê hat belavkirine de, serbazên ku hefteya borî di bûyera sotemenîya balafirê KC135 de canê xwe ji dest dan bi bîr anîn û rêzê li giyanê wan girt.

Fermandarê CENTCOM’ê got,” li dirêjiya 16 rojan, me hêzeke agir a pir mezin xist nav kûrahîya Îranê. Roja Înê ya borî, hêzên Amerîkî li Girava Xarg êrîşeke pir mezin pêk anîn, zêdetirî 90 armancên leşkerî yên Îranê, di nav de jî enbarên mayîn û mûşekên deryayî û binesazîyên din ên leşkerî wêran kirin.”

“Heta îro, firokvanên Hêzên me yên esmanî û Hêzên Deryayî bi hev re zêdetirî 6,000 firînên şer pêk anîne, ku şiyana bêhempa ya hêza hevbeş a Amerîkayê nîşan didin, di demekê de ku em serdestîya esmanî li ser Îranê diparêzin,” Wî got.

Copper dupat kir ku ew bi berdewamî balê didin ser “armancên leşkerî yên ku bi hûrgilî hatine destnîşankirin, û jinavbirina mûşekên balistîk, dron û gefên deryayî yên Îranê vedihewînin.”

Fermandarê CENTCOMÊ di şîroveya xwe ya vîdyoyî de bi berferehî li ser hin hûrgilîyên operasyanan rawestîya û got ew dê rê li gefên siberojê yên Îranê bigirin.