CENTCOM: Raportên Îranê yên Derbarê Xistina Droneke Amerîkî Derew in

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku raportên dezgehên ragihandinê yên rejîma Îranê derbarê xistina droneke leşkerî ya Amerîkî li Tengava Hormuzê derew in.

CENTCOM di postekê de îro Înê li ser platforma X'ê got: "Îro, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) îdîa kir ku wê droneke deryayî ya artêşa Amerîkayê li Tengava Hormuzê xistiye. Ev îdîa derew e, wekî gelek derewên din ên IRGC vê hefteyê."

Artêşa Amerîka got ku hemû keştîyên bê keştîvan ên leşkerîya Amerîkayê li Rojhilata Navîn wek xwe ne, di nav de jî yekîneya dronên deryayî ku li Tengava Hormuzê nobedarîyê dikin.

Ji destpêka şerê Amerîkayê ligel Îranê ve, dezgehên ragihandinê yên ser bi rejîma Îranê ve bi awayekî berdewam nûçeyên sexte li ser hêzên Amerîkî li deverê belav dikin. Lê artêşa Amerîkayê jî hergav wan nûçeyan derew derdixîne.