Amerîka Êrîşî Keştîyeke ku Hewil da Dorpêça Ser Îranê Bişikîne Kir

Vessels in the Strait of Hormuz near the beach of Bandar Abbas

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê li Kendava Omanê keştîyeke bazirganî yê barhilgir ji kar xist, piştî ku tîma keştîyê hişyarîyên dubare paşguh xistin û hewil da dorpêça deryayî ya ser Îranê bişikîne.

Li gor CENTCOM'ê, firokeke şer a Amerîkayê bi çekên ku bi awayekî hûrbûn hatine arastekirin li beşê paşîn ê keştîya M/V Ocean Molica ya bi ala Panama'yê tomarbûyî, ku bi navê Arika Sun jî tê zanîn, da. Di encamê de pergala tevgera keştîyê bi tevahî ji kar ket, lê tu endamê tîmê birîndar nebûn.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku keştî ji bendereke Îranê derketibû û hewil dida di nav avên herêmî de rêwîtîya xwe bidomîne.

Fermandarîyê herwiha ragihand ku ji 14'ê Tîrmehê ve dorpêça deryayî ya li ser hemû keştîyên ku diçin an jî ji benderên Îranê derdikevin, dîsa hatiye sepandin.

Li gorî vê daxuyanîyê, di sê mehên dawî de 135 keştî hatine vegerandin, çar keştîyên bazirganî hatine bêkarkirin û 10 tankerên ku bi tora veşartî ya Pasdarên Şoreşa Îranê ve girêdayî bûn, hatine tunekirin.

CENTCOM'ê ji hemû deryavanan xwest ku hişyarîyên dorpêçê cidî bigirin û dema ku li Kendava Omanê û deverên nêzî Tengava Hormuzê dixebitin, bi hêzên deryayî yên Amerîkayê re di kanala 16'an de têkilîyan deynin.