Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) îro îdîayeke Îranê ya ku dibêje ew Tengava Hormuzê kontrol dike, wek derew nîşan da.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê nûçeya ku Supaya Pasdarên Îranê(IRGC) belav kiribû parve kir û got, “ Îro, Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê(IRGC) îdîa kir ku ew derketin û ketina Tengava Hormuzê kontrol dikin, û ku deryavanên navneteweyî tenê dikarin rêyên ku IRGC erê dike bikar bînin. Ev derew e.”
“Rastî ew e ku Îran Tengava Hormuzê kontrol nake,” CENTCOM’ê got.
Hêzên Amerîka anî ziman ku “Rêya avê ya navneteweyî ji bo derbasbûnê bêyî gef û êrîşên IRGC vekirî dimîne. Keştîyên bazirganî bi piştgirîya leşkerî ya Amerîkayê berdewam tengavê bikar tînin.”
CENTCOM’ê bal kişand ser wê yekê ku “Ji destpêka Gulanê ve, hêzên Amerîkî alîkarîya zêdetirî 900 keştîyan kirine ku di tengavê re derbas bibin.”