Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka dorpêça li dijî Îranê li nav Deryaya Erebî, hêzên Amerîkî 75 keştîyên bazirganî vegerandine.
CENTCOM îro Înê li ser platforma X'ê ragihand ku ji bilî guhertina arasteya wan keştîyan, hêzên Amerîkî herwiha çar keştî ji kar xistine.
Ev kiryar beşek in ji hewlên Amerîkayê yên cîbicîkirina dorpêçekê li ser çûn û hatina keştîyan bo benderên Îranê, wekî bersiv hember girtina Îranê ya Tengava Hormuzê.
Berî çar hefteyan, CENTCOM'ê dest bi sepandina dorpêçê li dijî keştîyên ku diçin ya ji benderên Îranê tên kir.
Mijara Îran û Tengava Hormuzê yek ji xalên ku di serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump de bo Çînê hate gotûbêjkirin. Serok Trump got ku Serokê Çînê Xi Jinping pêşniyar kiriye ku di dosyaya Îranê de alîkarîyê bike.