CENTCOM: Me Berê 81 Keştîyan li Hormuzê Guherandiye

Illustration show CENTCOM (U.S. Central Command) logo and Strait of Hormuz map

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) wêneyeke deryavanekî Amerîkî li ser keştîya USS Tripoli li Deryaya Erebî belav kir ku bi dûrbînekê çavdêrîya deryayê dike.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “heta 17ê Gulanê, hêzên Amerîkî berê 81 keştîyên bazirganî guhertiye û çar ji wan neçalak kirine da ku bicîhanîna dorpêça dijî Îranê misoger bike.”

Çar hefteyan berê, CENTCOM’ê dest bi sepandina dorpêça dijî keştîyên ku ji benderên Îranê diçin, kir.

Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dorpêça deryayî dê berdewam bike heta ku Îran şertên peymana aştîyê qebûl bike.