Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê ku hêzên Amerîkî li derdora Tengava Hormuzê rêka 88 keştîyên bazirganî guhertîye, wekî beşek ji berdewamîya dorpêça Amerîkayê li ser rejîma Îranê.
CENTCOM'ê wêneyeke deryavanekî Amerîkî ku li ser keştîya firokan a USS Abraham Lincoln li Deryaya Erebî erkdar e belav kir.
CENTCOM'ê li ser platforma X'ê ragihand ku ji destpêka dorpêçê ve, hêzên wan “berê 88 keştîyên bazirganî guhertîye û çar keştîyên bazirganî ji kar xistine da ku bicîhanîna pêkanîna biryarên dijî Îranê misoger bike.”
Ev bûye bêhtirî mehekê ku CENTCOM’ê dorpêçeke deryayî li ser benderên Îranê sepandîye.
Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku heta Îran şertên peymana aştîyê qebûl neke, dê dorpêça deryayî berdewam bike.