Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan heta niha rêka 122 keştîyên bazirganî guhertîye. Ev gav wekî beşek ji piştgirîya bo dorpêça deryayî ya li dijî rejîma Îranê ye.
Di vê çarçoveyê de, keştîya firokhilgir USS Abraham Lincoln piştgirîyê dide operasyonan û rê li ber keştîyên bazirganî yên binpêker digire.
CENTCOM'ê îro Sêşemê li ser platforma X'ê diyar kir ku guhertina rêka van keştîyan rasterast ji bo piştgirîkirina vê dorpêçê ye.
Keştîya USS Abraham Lincoln ji Çileya îsal ve li Deryaya Erebî ye û dorpêça deryayî ya li dijî Îranê jî ji Nîsanê ve li Tengava Hormuzê destpê kirîye.
Li alîyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku danûstandinên aştîyê yên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin.