Fermandarîya navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îrp piştî êrîşên berevanîyê yên dijî armancên Îranê ragihand ku Îdî’ayaya Îraê ku wan Tengava Hormuzê derew e.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got,” Îdî’aya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku wê Tengava Hormuzê girtî ye, derew e.”
Wê got ya rast ew e ku “Keştiyên bazirganî îşev berdewam dikin ku di nav Tengava Hormuzê re derbas bibin û derkevin.”
CENTCOM’ê her wiha li dor îdî’aya Îranê ya ku wê êrîşê keştîyeke Amerîkî kirîye got, “ Çavkanîyên medyaya Îranê îdî’a dikin ku Îranê li Tengava Hormuzê êrîşî keştîyek şer a Amerîkî kiriye. Ev derew e.”
“Rastî: Ti keştîyên Amerîkî rastî êrîşan nebûne,” CENTCOM’ê got.
CENTCOM’ê Îro demjimêr 5:15ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî dest bi êrîşên xweparastinê yên zêdetir li dijî gelek armancên Îranê kir.