Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Pêncşemê ragihand ku raportên derbarê wêrankirina firokên cengê yên Amerîkî ji alîyê Îranê ve sexte ne.
CENTCOM di postekê de li ser platforma X'ê got ku "ti firokên cengê yên Amerîkî ji êrîşên vê dawîyê yên Îranê de nehatine wêrankirin ne jî ziyan dîtine."
Dezgehên ragihandinê yên ser bi rejîma Îranê ve îdîa kiribû ku sê firokên F-35 ên Amerîkî û sê yên ji cureyeke din di êrîşeke vê dawîyê de li ser bingeheke esmanî ya Amerîkî de wêran bûne.
Lê artêşa Amerîkayê got ku hemû mûşek û dronên Îranê hatine pûçkirin û negihîştine cihên armanckirî.
CENTCOM'ê herwiha ragihand ku îdîayên Supaya pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê derbarê metirsîyên li Tengava Hormuzê derew in.
"Metirsîyên demûdest li ser keştîyên bazirganî û tîmên wan ên sivîl metirsîyên devokî yên Pasdaran û hewlên êrîşên wan in," CENTCOM'ê da zanîn.
Artêşa Amerîkayê di heman postê de got ku raportên medyaya dewletê ya Îranê derbarê derbasbûna tankereke neftê ya Îranê dorpêça Amerîkayê şikandîye ne rast in.
CENTCOM'ê got ku bêtirî 20 keştîyên şer ên Amerîkî, bi sedan firokên cengê, û bi hezaran leşkerên Amerîkî dorpêça li tengavê bi tevahî cîbicî dikin.