CENTCOM: Nûçeya Xistina Firoka F-15 li Îranê Derew e

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku nûçeya xistina firokeke şer ya Amerîkayê li asmanê Îranê ne rast e.

CENTCOM îro Çarşemê li ser platforma X'ê got: "Rêberekî Pasdarên Şoreşa Îslamî yên Îranê îdîa kiriye ku firokeke Amerîkayî ya F-15 îro li başûrê Tehranê hatiye xistin. Ev derew e."

Artêşa Amerîkayî got ku ti firokên şer yên Amerîkayî ji alîyê Îranê ve nehatine xistin.

"Hêzên Amerîkayê bi berdewamî serdestîya asmanî li jora deverinî mezin yên Îranê bikar tîne," daxuyanîya CENTCOM'ê got.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê ve, rejîma Îranê gelek nûçeyên sexte derbarê hêzên Amerîkayê belav dike. CENTCOM bi awayekî berdewam û demûdest wan nûçeyan derew derdixîne.