Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku daxuyanîya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku wê bi dron û mûşekan êrîşî cihê mana pîlot û karmendên hêzên esmanî yên Amerîkî li Erebistana Siûdî kiriye, ne rast e.
Pasdarên Îranê gotibû wê êrîşê bandor li kombûna 200 kesan kiriye.
CENTCOM da zanîn ku berpirsên Pasdaran di 28'ê Adarê de ji bo êrîşekê li Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat) li Dubey heman tişt gotibûn, lê dîsa jî ew derew bû.
CENTCOM diyar kir ku “Îdiayên rejîma Îranê wê demê derew bûn û niha jî derbarê Erebistana Siûdî derew e."
"Ti êrîş li ser karmendên Amerîkî nehatiye kirin. Hewldanên berdewam ên Pasdarên Îranê ji bo belavkirina derewan hewldanên bêhêvî û revîna ji rastîyê ne. Hêzên Îranî gelek şiyanên leşkerî winda kirine û winda dikin, ji ber ku hêzên Amerîkî êrîşên bênavber li hêzên Îranê dixe û şiyanên leşkerî yên Îranê lawaz kirine," CENTCOM got.