Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkî sê barhilgirên petrola Îranê îro Şemîyê kirine armanc piştî kur Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) mûşekên balîstîkî avêtin ber bi du keştîyên cengê yên Amerîkî li deverê.
CENTCOM di daxuyanîyekê de got ku hêzên Amerîka bi serkeftî rê li ber êrîşên Îranî girtin. Di encama vê êrîşê de ti ziyan negihîşt leşkerên Amerîkî.
Piştî wê êrîşa ne serkeftî ya Îranê, CENTCOM'ê diyar ku ku hêzên Amerîkî barhilgirên petrolê yên IRGC li nêzîkî Girava Xergê û Jeskê bi tevahî ji kar xistin.
Hêzên Amerîkî herwiha bi tevahî barhilgireke petrolê ya Îranê li nêzîk Kendava Omanê wêran kir.
Fermandarê CENTCOM'ê Admîral Brad Cooper got: "Bila peyam bo IRGC zelal be: Eger hûn êrîşî du keştîyên me bikin, emê buhayekî hîn girantir ferz bikn, em sê keştîyên wan ji nav bibin."
Cooper herwiha anî ziman: "Emê ne dudil bin ku berevanîya hêzên Amerîkî bikin, û eger pêwîst be, emê keştîyên petrolê yên Îranê wêran bikin."