CENTCOM: 7,800 Armanc li Îranê ji Destpêka Operasyonan ve Hatine Wêrankirin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê dane û hejmarên herî dawî derbarê Operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî rejîma Îran belav kir.

CENTCOM got ku ji destpêka operasyonan li 28’ê Sibatê ve bêtirî 7,800 cih li Îranê hatine armanckirin. Di çarçoveya operasyonên li dijî rejîma Îranê de bêtirî 8,000 firînên firokên şer pêk hatine.

CENTCOM herwiha da zanîn ku armanca pêşî ya van êrîşan ew e ku bingehên leşkerî û ewlekarîê yên rejîma Îranê ji holê rakin. Li gor artêşa Amerîkayê, bêtirî 120 qeyik û keştîyên şer ên Îranê hatine wêrankirin an jî ziyan dîtine.

Artêşa Amerîkayê got ku li nav cihên hatine armanckirin ev in: bingehên Pasdarên Şoreşa Îranê, navendên zanyarî û ewlekarî, sîstemên berevanîya esmanî, cihên mûşekên balîstîk, û depo û kargehên berhemanîna mûşek û dronan, ligel cihên din ên stratejîk.

CENTCOM herwiha diyar kir ku 23 cureyên firokên şer, sîstemên dronan û helîkopter û firokên tijîkirina sotemenîyê di çarçoveya operasyonên Amerîkayê de hatin bikaranîn. Bi heman awayî, çar cureyên keştîyên şer û keştîyên firokhilgir hatine bikaranîn. Wekî din, sîstemên rêgirtina mûşekên wekî yên Patriot, THAAD, M-142 û sîstemên dijî dronanan hatine bikaranîn.