CENTCOM: Rêka Bêtirî 70 Keştîyên Petrola Îranê Hatîye Guhertin

Wêne ji arşîvê ye.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Înê ragihand ku ew li seranserê Rojhilata Navîn dorpêçkirina benderên Îranê berdewam dikin û niha rê nadin zêdetirî 70 keştîyên petrolê ku bikevin van benderan an jî jê derkevin.

CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê da zanîn ku “Ev keştîyên bazirganî dikarin zêdetirî 166 milyon bermîl petrola Îranê bar bikin, ku buhayê wan zêdetirî 13 milyar dolar e.”

CENTCOM'ê herwiha got ku ji bo vê erkê, Amerîkayê zêdetirî 15,000 leşker, 200 firok û 20 keştîyên şer bicih kirine. Heta niha zêdetirî 50 keştî hatine rawestandin û rêka wan hatîye guhertin.

Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê dê bi heman karîgerîyê berdewam bike.