CENTCOM: Îdîaya Pasdaran a Êrîşa ser Keştîya USS Tripoli Derew e

Hêza Deryayî ya Amerîkayê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îdîaya Pasdarên Îranê ya êrîşa ser keştiya cengê ya USS Tripoli (LHA 7) derew derdixîne.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got: "Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê îdîa dike ku wan bi mûşekan êrîşî keştiya USS Tripoli (LHA 7) kirine, û ew neçar kirine ku ji herêmê vekişe başûrê Okyanûsa Hindî," lê CENTCOM'ê diyar kir ku ev nûçe derew e.

CENTCOM dibêje "ya rast ev e ku keştîya Bejavî ya USS Tripoli rastî ti êrîşê nehatiye û di piştgirîya operasyona 'Hêrsa Dastanî' de li Deryaya Erebî erka xwe berdewam dike.”

Keştiya êrîşber a bejavî USS Ttripoli (LHA 7) wekî keştîya sereke ya bejavî ku girêdayî Yekîneya Hêzên Deryayî ya 31emîn kar dike. Ev keştî dikare nêzîkî 3,500 hêzên deryayî hilgire, ligel veguhestina firokên şer û alavên leşkerî yên êrîşên tektîkî.