CENTCOM Dibêje, Rejîma Îranê Sivîlan Wek Mertal Bikartîne

Hêzên CENTCOM

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) di hesaba xwe ya X'ê de Yekşemê 8ê Adarê ragihyand ku Îran deverên sivîlan ji bo parastina armancên xwe yên leşkerî bikar tîne û sivîlên li Îranê ji wê ,etirsiyê hişar kirin.

CENTCOM got, "hêzên Amerîka û hevalbendên wê şiyana Îranê ya avêtina mûşek û dronan kêm dikin di heman demê de hewl didin ku ji qurbaniyên sivîl dûr bikevin. Em sivîaln ji xeteriyê hişar dikin."

"Rejîma Îranê deverên sivîl ên pir niştecih ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî bikar tîne, di nav de avêtina dronên êrîşê yên yekarasteyî û mûşekên balîstîk, " CENTCOM got.

CENTCOM her wiha peyameke Wezîrê Cengê Pete Hegseth weşand ku gotîye "Eger hûn Amerîkiyan li her deverek li ser rûyê erdê bikujin, an jî gefê li wan bikin, em ê bêyî tu poşmanî û dudilî bikevin pey we û em ê we ji holê rakin."

Li alîyek din, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê raportên sexte yên Komara Îslamî ya Îranê red kir ku dibêje wê tenê baregehên leşkerî yên Amerîka armanc girtine, lê Amerîka arasteya armancên mûşek û dronên wan diguherîne, lê Centcom dibêje ev "derew" e.

CENTCOM got, rastî ew e ku hêzên Amerîkî mil bi mil bi hevkarên herêmî re radiwestin da ku wan ji êrîşên Îranê yên bizanebûn, bêserûber û bêberpirsiyarî bo ser balafirgehên sivîl, hotêl û taxên niştecihbûnê biparêzin.

Ji dema ku Operasyona Hêrsa Dastanî li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye, Îran bi berdewamî nûçeyên şaş û nerast belav dike, ji ber vê yekê CENTCOM niha beşek taybet ava kiriye da ku rastiyan bêxe berçavan û derewên Îranê û nûçeyên wê yên sexte eşkere bike.