Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Duşemê ragihand ku heta niha hêzên wan di çarçoveya dorpêça Amerîkî ya li dijî benderên Îranê de, 62 keştîyên bazirganî kontrol kirine.
CENTCOM dibêje ku ji derveyî 62 keştîyên bazirganî 4 keştîyên din jî bê çalakî hiştine da ku mecbûrî sepandina dorpêçê bibin.
CENTCOM di hesaba xwe ya X'ê de dîmenên keştîya şer a Amerîkî ‘USS Delbert D. Black (DDG 119)’ weşandin dema ku di Deryaya Erebî de derbas dibû, û di çarçoveya bicihanîna dorpêçê de çalakîyên xwe li avên herêmî berdewam dike.
CENTCOM ragihand ku hêzên wan ji her alî ve pabendbûna xwe ya serkeftina dorpêça li dijî benderên Îranê tekez dikin.
Di heman demê de, hêzên deryayî yên Amerîkî li avên herêmî rahênanên leşkerî li ser keştîya cengê "USS Tripoli (LHA 7)" pêkanîn ku helîkoptera ‘MH-60S Sea Hawk’ hatin bikaranîn ji bo ku di demên awarte û binpkirênên li hemebr dorpêçê de pêdivî bi lênêrîn û kontrolkirina wan keştîyan heye yên ku fermanên fermandarîyê qebûl nakin.
Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîyên xwe yên dawî de gotiye, bersiva rejîma Îranê ji bo pêşnîyarên ku Amerîkayê ji bo rêkeftinekê kiribûn, "ne baş e" û bi tevahî “nayê qebûlkirin.”
Serok Trump herwiha gotbû ku şerê bi Îranê re bi tevhaî hêjî bidawî nebûye.