Amerîka Pêla Êrîşên Dijî Îranê bi Awayekî Serkeftî Temam Kir

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê pêla êrîşn îro yên dijî Îranê bi awayekî serkeftî temam kir.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X’ê belav kir de got, “Di 29ê Tîrmehê de, demjimêr 10'ê şevê bi dema rojhilatê Amerîkayê, hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê bi awayekî serkeftî pêlek giran a êrîşan li dijî Îranê temam kir, wek bersivekê ji bo êrîşên mûşekî yên doh ên li ser hêzên Amerîkî.”

CENTCOM’ê anî ziman ku wê “li dehan armancên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) xist, di nav de jî navendên fermandarîya leşkerî, bingehên mûşekî û dronan, cihên çavdêrî û parastinê yên peravê, û şiyanên deryayî.”

“Armanca êrîşan kêmkirina gefên ku ji hêla Îran û alîgirên wê ve li ser hêzên Amerîkî, keştîyên bazirganî û welatên cîran ên Kendavê tên çêkirin, bû,” CENTCOM’ê got.

Daxuyanîya CENTCOM’ê bal kişand ser wê yekê ku “Di 28ê Tîrmehê de, hêzên IRGC gelek mûşekên balîstîk ji Îranê avêtin di hewldanek êrîşeke ji nişkave de li ser hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn. Hemû mûşekên Îranî bi serkeftî hatin astengkirin.”

Li gor Hêzên Amerîkî, zêdetirî 50,000 endamên xizmeta Amerîkî niha li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin û pir hişyar, baldar, û di amadebaşîyê de ne.