Amerîka Keştîyeke ku Hewil Dida Dorpêça Deryayî Bişikîne ji Kar Xist

IRAN-CRISIS/

Hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku wan “di 7’ê Mijdarê de li Kendava Omanê keştîyeke bazirganî ji kar xistiye, piştî ku tîma sivîl a keştîyê hişyarîyên dubare paşguh kirin û gelek caran hewil da ku dorpêça deryayî ya li dijî Îranê binpê bike.”

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de got ku, “Balafireke leşkerî ya Amerîkî pişta keştîya M/V Huda ya bi ala St. Kitts, gulebaran kir û hêzên CENTCOM’ê keştî ji kar xist piştî ku wan ferman da tîme ku ji cihê armanckirî dûr bikeve. Keştîya barhilgir piştî serdana bendera Îranê kir, hewil dida ku ji avên herêmî derkeve.”

CENTCOM’ê di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê jî parve kir de anî ziman ku ew “bi tundî dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê didomîne. Çalakîyên sepandinê ji Tîrmehê ve bûne sedema ku hêzên Amerîkî berê 147 keştîyên bazirganî yên ku pêgir bûn, biguhere û pênc keştîyên ku red kirin pêgir bin, ji kar bixin.”

“Wekî din, CENTCOM’ê berê 10 tankerên din ên petrolê yên bazirganî yên Îranî bi nirxa mîlyaran dolar ku beşek ji toreka nehênî ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bûn, wêran kirine,” Daxuyanîyê got

Hêzên Amerîkî dibêjin ew ji hemû deryavanên ku li nêzî deverên peravê yên Îranê an avên derdorê derbas dibin, dixwazin ku guh bidin hişyarîyên wan ên dorpêçê.