CENTCOM: Îdîayên Pasdarên Îranê ku Êrîşî Hêzên Amerîkî li Dubey Kirine Derew in

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê ragihand ku nûçeyên armanckirina "veşatgehên" Amerîkayê li Dubey û hebûna 500 qurbanî derew in.

CENTCOM di postekê de li ser platforma X'ê got ku ti leşkerên Amerîkayê li Dubey rastî êrîşan nehatine.

Artêşa Amerîkayê herwiha diyar kir ku rejîma Îranê derewan li ser platformên medyaya civakî derdixîne da ku rastîya ku şiyanên wê yên leşkerî hatine lawazkirin veşêre.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve li 28'ê Sibatê, rejîma Îranê û dezgehên wê yên ragihandinê bi awayekî berdewam nûçeyên sexte derbarê hêzên Amerîkayê belav dike. CENTCOM ji alîyê xwe ve demûdest wan nûçeyan derew derdixîne.