CENTCOM: Emê 7,000 Girtîyên Daişê ji Sûrîyê bo Îraqê Veguhêzin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wan dest bi veguhestina girtîyên Daişê ji Bakurê Rojhilatê Sûrîyê ber bi Îraqê ve kiriye.

CENTCOM di daxuyanîyekê de got ku wan dest bi vê prosesê kiriye da ku were misogerkirin ku ew girtî di zindaneke ewle de bimînin.

Vê yekê destpê kir li demekê ku hêzên Amerîkayî 150 çekdarên Daişê ji bingeheke Hesekê veguhestin Îraqê. Di dawîyê de, dibe heta 7,000 girtîyên Daişê dê ji Sûrîyê bo navendên di bin kontrola Îraqê de werin veguhestin.

Fermanderê CENTCOM Brad Cooper got “em bi nêzîk ve kar ligel hevparên herêmî kar dikin, di nav de hikûmeta Îraqê, û em spasîya rola wan dikin."

Cooper got, “ hêsankirin û misogerkirina veguhestina girtîyên Daişê girîng e ji bo rêgirtina li ber revîna wan bête kirin ku dibe bibin gefeke rasterast li ser ewlekarîya Amerîka û herêmê."

Di sala 2025an de Amerîka û hêzên hevpar bêtirî 300 çekdarên Daişê li Sûrîyê girtin û zêdetirî 20 çekdar kuştin.