CENTCOM Guhertinê di Fermandariya Hêzên CJTF-OIR'ê de Dike

Endamên Hêza Erkên Hevbeş(CJTF-OIR) li Sûriyê

Roja Sêşemê 11ê Tebaxê CENTCOMê li Rojhilata navîne merasîmeke radestkirin û wergirtina fermandariya Hêzên Erkên Hevbeş(CJTF-OIR) pêkanî û fermandarîya wê hêzê radestî Admiral Liam Hulin kir.t

Di merasîmê de Admmîral Liam Hulin, postê generalê payebilind Kevin Lambert wergirt.

CENTCOM sala 2014an hêza Erkên Hevbeş (CJTF-OIR) dijî Daişê pêk anî da şîret, alîkarî û şiyanên şerê li dijî rêxistina tundrê DAIŞê, li Îraq û Sûriyê xurt bike, ku navenda wê li Urdunê ye.

Fermandarê CENTCOM'ê Admîral Brad Cooper serokatiya merasîmê kir û bal kişand ser rola wê hêzê di têkoşîna li dijî terorê, xurtkirina hevkariyan û piştgiriya ewlehî û aramîya herêmê de. Her wiha Cooper pesnê fedakarîya Lambert da.

Cooper got, "Ez ji bo dilsoziya wî ya bêwestan û serokatiya wî ya bêhempa di dema fermandariya wî ya CJTF-OIR de spasdar im."

"Wî di sala borî de, di demek kurt de, tîmek berbiçav di gelek mîsyonên çalak de bi rê ve biriye, di nav de veguhestina serketî ya zêdetirî 5,700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Îraqê," Cooper got.

Tê zanîn General Lambert di Tîrmeha 2025an de fermandariya hêza CJTF-OIR wergirtibû, û bi vî rengî bû 12emîn fermandar di dîroka fermandariya wê hêzê de.

Biryar e ku Lambert di posta xwe ya nû de, weke serok erkan di Fermandariya Perwerde û Veguhertinê ya Artêşa Amerîkayê de li bajarê Austin ê wîlayeta Teksas(Texas)ê dest bi kar bibe.